TR KU SO
FB X
Cîhan

JD Vance ragihand ku mafê bidestxistina Kartê Kesk ji destê Microsoftê sitendine

Admin M
Nivîskar
📅 08 cotmeh 2026 21:01

PeyamaKurd – Cîgirê serokê Amerîkayê JD Vance, bi sedema sûîstîmala vîzeyên H-1B û J-1 ku Amerîka kartên Kesk (Green Card) dida xebatkarên biyanî û vî karî di rêya Microsoftê de dikir, erkê ji destê Microsoftê derxistine.

Vance got ku şîrket sala borî ji bo xebatkarên biyanî ji bo 6 hezar û 300 kesan vîza H-1B sitendiye û li dora 3 hezar Kardên Kesk jî kart daye. Bernameya vîzeyên navborî ji xebatkarên bi kalite ji bo herin li Amerîkayê bixebitin vîze dida wan

Vance, bi rayedarên wezareta Xebat û dadê re li ser vîza xebatê ku derfetan dide li Amerîkayê bijîn û karibin bibin welatiyên Amerîkayê civîn kir. Vance li ser gendeliya li ser kartên Kesk (Green Card) got ku karsaz di meselê de gendeliyê kirine.

Vance her weha got ku hîla di kardan de kirine bûye sedema ku welatiyên Amerîkayê bê îş mane û hinek ji wan jî bi erzanî xebitîne. Vance got ku armanca bernamê ev e ku xebatkarên karsazê Amerîkayê dixwazin, eger li Amerîkayê nebînin dikarin ji derve de wan xebatkaran bînin û vîza xebatê bidin wan. Di encamê de Vance li ser kiryaran got:

“Mixabin ev bername di çend salên dawiyê de hetta bi îhtîmaleka mezin di çend deh salên dawiyê de bi hîle û sextekariyê re ketiye nav hev. Mixabin li Amerîkayê ti kesekî vê mijarê ji Microftê bêhtir xerab bikar neaniye.”

Parve bike: