TR KU SO
FB X
Cîhan

Jeffrey: Dema kisandina fîsê Astanayê hatiye

Admin S
Nivîskar
📅 04 berfanbar 2018 14:46

PeyamaKurd - Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey piştî hevdîtinên ligel nûnerên Brîtanya, Fransa, Almanya, Urdun, Misir û Erebistana Siûdî daxuyanî dan.

Jeffrey derbarê civînên Astana ya paytexta Kazaxistanê ku bi garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyê pêk tên diyar kir ku ti pêşketinek di wan civînan de çênebûye û got, “Êdî dema kişandina fîşê Astanayê hatiye”.

Jeffrey da zanîn ku êdî dawiya wê proseyê hatiye û bal kişand ser daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Staffan de Mistura derbarê ji dest dana firsenda çareseriyê û got ku Tirkiye li ser hebûna Esad bi Rûsya û Îranê re li hev nake û lîsteya Rûsya-Îranê ya komîsyona destûra Sûriyê ku rejîma Sûriyê diparêze jî ji aliyê Tirkiyê ve nehatiye qebûlkirin.

Jeffrey got, ‘Ceribandin lê bi ser neketin”.

Parve bike: