TR KU SO
FB X
Cîhan

Jeffrey: Em dixwazin alîkariya cebilxaneyê jî li Tirkiyê bikin

Admin H
Nivîskar
📅 04 adar 2020 00:01

PeyamaKurd - Şanda Amerîkî ya bi Serokatiya Nûnerê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey serdana sînorê Tirkiyê - Sûriyê yê li nêzîkî Idlibê kir.

James Jeffrey got ku artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji bo karesateke mirovî rû nede şer dikin.

James Jeffrey da xuyakirin ku Tirkiyê daxwaza alîkariyê ji wan û NATOyê kiriye û wiha pê de çû:

"Tirkiye hevpeymana me ya NATOyê ye. Artêşa wê bi giranî alav û cebilxaneyên Amerîka bikar tîne. Emê jê piştrast bibin ku ew alav û cebilxane amade bin."

 

Parve bike: