TR KU SO
FB X
Cîhan

Jeffrey: "Kurd Rûsan dawet kirin.."

Admin M
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2020 04:37

PeyamaKurd – Nûnerê Amerîkayê yê bo Sûriyê taybet James Jeffrey li ser mijara ku Tirkiye di cotmeha sala 2019 an de li Rojavayê Kurdistanê operasyon da destpêkirin got ku Amerîka ketiye dewrê û eger operasyonan neda rawestandin ew amade bûne ku aboriya Tirkan têkbibin.

Jeffrey, behsa diyalogên navbera Tayip Erdoğan û Donald Trumpî dike, behsa nêrîna Washingtonê bo HSD ê dike û şîretan li rêvebiriya dahatû ya Biden dike. Jeffrey, di hevpeyvîna xwe ya bi peyamnêrê malpera Al Monitorê yê Pentagonê bi Jared Szuba re ku li Washingtone 2 siet hevpeyvîn kiriye, behsa gelek mijaran kiriye. Tiştên di hevpeyvînê de derketine pêş ev in:

-Jeffrey siyaseta dewra serokê Amerîkayê yê Barack Obama rexne dike û dibêje di dewra Trump de bi tevliheviyan re rû bir û mane.

-Wezareta karên derve ya Amerîkayê fikra Trump guhertiye ku leşkeran ji Sûriyê vekişîne, li aliyekî berjewendiyên Tirkiyê û yên Îsraîlê daye ber çav û ji aliyê dinê de xwestiye bike ku Sûriye û Rûsya nikaribe şer qezenc bike û bi vî awayî xwestine Îranê bi paşde dehf bidin.

-“Wezîfa min koordînekirina têkiliyên Rojava, Sûriye û Tirkiye bû.”

-Hevkariya Amerîka û HSD ê ya li hemberê İŞİD ê Ankarayê aciz dikir.

-Hedefa yekem li Sûriyê ew bû ku rejîma Esed ji serkeftinê bêpar bimîne.

-Ji ber me nikaribû vê stratejiyê bê Tirkiyê bianiya cîh, encama wê, gilî û gazinên Tirkiyê bi xwe re anî.

-Jeffrey dibêje ku Amerîka hewl da çekên kîmyewî li Sûriyê neyên bikaranîn, hebûna leşkerên Tirkiyê û Amerîkayê li Sûriyê, êrîşên hewayî yên Îsraîlê yanî di warê leşkerî û siyasî de stratejiyekî serkeftî meşandine.

-Bi xêra Tirkiyê halê Sûriyê stabile bû.

-Jeffrey behs dike ku wan ferman nedaye leşkerên Amerîkayê eger Tirkiye bikeve nava tevgerekî û di roja 6 ê cotmeha 2019 an de hereketa ku destpêkir wehabû:

“Wezîr Pompeo, ez û hinek din me ji Tirka re dubare weha got: ‘eger em we weka leşkerî nedin sekinandin jî ku ev siyaseta me nîne, em ê siyasiyen li hemberê we derên. Lê ji vêya girîngtir, wê Kurd Rûsyayê dawet bikin…Tirk bo vêya pozê (difna) xwe rakirin. Piştî hereketa 6 ê cotmehê. Serok Trump ji Erdoxan re got eger di nava 24 sietan de raneweste, wê Mazlûm Ebdî bi Rûsan re têkilî deyne û wan dawet bike. Lê wê Amerîka jî nikaribe vêya bisekinîne.’ Min wê mesajê da wan lê navbeynkarê Tirki bawer nekir. Digotin ya wê Rûsya nê an weka me li hemberê Wagnerê kir, bawer dikirin ku em ê wan bidin rawestandin. Û Rûs hatin. Bi yek carê Şah mat bû. Em dikarin bêjin ku pirsgirêka Tirkiyê çareser bû? Na, nebû. Lê niha li rojhilatê bakûr heyiyên Tirka hene. Kêm tişt hene ku ji HSD ê bitirsin.”

Parve bike: