Jeffrey: "Operasyonekî Tirkiyê bo ser Rojava tineye"
PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey piştî hilbijartinên Amerîkayê rojevê nirxand û got ku operasyoneka Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê niha di rojevê de tineye. Jeffrey, piştî hilbijatina Amerîkayê behsa operasyonekî bo ser Sûriyê, Rojava û siyaseta Amerîkayê bo malpera nûçeyan ya Syria Direct axifî û şiroveyan kir. Jeffrey bo operasyona ser Rojava got ku di navbera wan û Tirkiyê de peymanekî heye û weha got:
“Operasyonekî leşkerî bo ser Rojava, tê vateya îhlala vê peymanê. Em di civînên xwe de daîma bo Tirkiyê dibêjin. Me ti îşaretekî nedît ku Tirkiye bo ser Rojava amadekariya operasyonekî dike. Di heman wextê de me nedît ku HSD tevgerekî bike an provakasyonekî bike da Tirkiyê pê mafê xwe yê rewa bibîne. Rewşa niha ev e û em difikirin ku rewş dê weha dewam bike.”
James Jeffrey, behsa Kurdên Rojava jî kir û got Washington destekê dide hevkarî û diyaloga navbera Kurdan.