TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji 28 welatên Ewropa banga hevbes: Êrîsê bidawî bîne, vekise û rêzê bigire

Admin H
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2019 17:24

PeyamaKurd – Piştî ku doh 17ê Cotmehê di navbera Amerîka û Tirkiyê de, agirbesta rawestandina êrîşên ser hêzên Kurd hat ragihandin, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê jî îro piştî civînên du rojan daxuyaniyeke hevbeş weşand.

Di daxuyaniya YEyê ya li ser navê 28 welatên endam de tê gotin, “YE êrîşa yekalî ya Tirkiyê bi ser bakurê rojhilatê Sûriyê ku nayê qebûlkirin şermezar dike ku bûye sedema êşê li ser mirovan û têkoşîna dijî DAIŞê xistiye xeterê û gefeke giran li ser Ewropayê çêkiriye.”

Herwiha Komisyona YE li ser agirbesta Tirkiye-Amerîkayê jî dibêje, "YE daxuyaniya rawestandina operasyonê ya Amerîka-Tirkiyê not dike” û ev bang tê kirin:

"Pêwîste Tirkiye dawî li çalakiyên leşkerî bîne, leşkerên xwe vekişîne û rêzê li hiqûqa navdewletî ya mirovî bigire.”

Herwiha hat destnîşankirin ku dê YE rewşê ji nêzîk ve bişopîne.

Parve bike: