Ji Amerîkayê daxuyaniya Idlibê: Operasyoneke serkeftî bû!
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby li ser operasyona şeva borî ya Idlibê ragihand, hêzên taybet ên Amerîkayê li bakurê rojavayê Sûriyê operasyoneke serkeftî li dijî armanceke Qaîdeyê pêk anîn.
Berdevkê Pentagonê John Kirby got: “Hêza operasyonên taybet a Amerîkayê di bin kontrola Fermandariya navendî ya Amerîkayê de operasyoneke dijî terorê li bakurê rojavayê Sûriyê pêk anîn. Operasyon serkeftî bû. Ti zerareke canî ya leşkerên Amerîkî çênebû.”
Hêjayî gotinê ye, ev wek mezintirîn operasyona bejahî ya hêzên Amerîkayê li Sûriyê tê zanîn ku piştî wê operasyona leşkerê ya di sala 2019ê de li navçeya desthilata komên çekdar û artêşa Tirkiyê hatibû kirin û wê di ewê operasyonê de Xelîfeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî hatibû kuştin.
Xelkê deverê ragihandiye ku hejmarek helîkopter li nêzîkî bajarê Atma li parêzgeha Idlibê danîne û dengê teqînê li nêzîkî mala çekdarekî biyanî hatiye bihîstin ku ew çekdarê gumanbar ê Qaîdeyê di wê demê de ligel malbata xwe bûye.
Herwiha hinek çavkanî dibêjin, 12 kes di wê operasyonê de hatine kuştin ku sivîl di nav wan de hene, lê ev agahî ji aliyê Amerîkayê ve nehatiye piştrastkirin.