Cîhan
Ji Balyoza Amerîka peyama encamdana hilbijartinên parêzgehên Iraqê
PeyamaKurd - Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowskî, derbarê encamdana hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê de peyamek belav kir.
Romanowskî li platforma Xê ji ber lidarxistina hilbijartinên aram û aştiyane, pîrozbahî li gel û hikûmeta Iraqê kir û got: “Hilbijartinên azad û pak ji civakên demokratîk re ji bo diyarkirina pêşeroja xwe, girîng e.”
Balyoza Amerîkayê diyar kir: “Çavê me li wê ye ku rêveberên xwecihî yên hilbijartî yên di encûmenên parêzgehan de kar bikin, bibin hêmana bihêzkirina hevpeymaniya berfireh a Amerîka – Iraqê li seranserê welat.”
Hêjayî gotinê ye, doh 18ê Kanûnê hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Iraqê li 15 parêzgehan birêve çûn.