TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji ber kustina xwepêsanderan fermana girtina wî hat derxistin

Admin H
Nivîskar
📅 01 berfanbar 2019 19:05

PeyamaKurd – Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê îro Yekşemê bi sedema berpirsiya êrîşên ser xwepêşanderan û kuştina wan, fermana girtina Fermandarê Iraqî Ferîq Rukin (Mîrlîwa Cemîl Şemmerî) derxist.

Cemîl Şemmerî weke berpirsê kuştin û birîndarbûna bi dehan xwepêşanderên Zîqarê hat dîtin.

Cemîl Şemmerî berê fermandarê operasyonên Besra bû û piştre bûye fermandarê operasyonên Rafîdeyn û piştî xwepêşandanan jî bi fermana Serokwezîr Adil Ebdulmehdî bû serokê şaneya krîza Zîqarê.

Berê jî eşîretên Zîqarê fermana eşîrî ji bo kuştina Cemîl Şemmerî derxistibûn.

Li gorî çavkaniyên medya Iraqê Cemîl Şemmerî beriya derxistina fermana girtina wî reviyaye derveyî welat.

Parve bike: