TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji ber lehiyê 10 kes mirin, 22 kes birîndar bûn û 82 wenda hene

Admin M
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2023 03:46

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê ji ber barana zêde ji ber lehiya rabû 10 kes mirin û 22 kes birîndar bûn. Kesên ku agahî ji wan nayê sitendin jimara wan 82 ye. Sekreterê giştî yê eyaleta Sikkimê Vishwa Bandhu Pathak mijarê weha ragihand:

“Heya niha ji ciyên cuda 10 cesed derxistin. 22 birîndar hene ku rewşa hinek ji wana xedar e. Ji 82 kesan haya me tine.”

Rêvebirên leşkerî radigihînin; rêya ku Sikkimê bi Bengala Rojava ve girêdide roxiyaye an ku hilweşiyaye û têkilî bi rêya Gangtokê re bi temamî hatiye birîn. Ji ber wê jî rizgarkirina 23 leşkeran bi zahmetî ketiye.

Rêvebir dibêjin ku 15 hezar kes bi bandora lehiyê zerarê dîne û li qerexê çemê Teestayê 8 pir xerab bûne.

Seet di 01.30 ê wextê wê derê de, bi carekî barana bi şid bariyaye, baran kiriye ku asta ava çemê Teestayê bilind bûye û lehî rabûye. Li eyaletê, li devera Bardangê alavên leşkerî ku parkkirî bûn, di bin avê de mane û di encamê de ji 23 leşkeran ti agahî tine.

Parve bike: