TR KU SO
FB X
Cîhan

"Ji ber qelsbûna demokrasiyê li Iraqê, hikûmet ava nabe"

📅 24 hezîran 2018 01:51

PeyamaKurd – Iraq, ji ber lidarxistina hilbijartinên di meha borî de, di rewşeke dijwar de derbas dibe. Şirovekarekî siyasî jî dibêje, hêj ezmûna demokrasiyê li Iraqê qels e, ku hinek alî astengiyan ji pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê re derdixin.

Pêkanîna her hikûmeteke nû li Iraqê gelek astengî li pey xwe anîne û piroseya siyasî xistine nava kirîzan de, ku hercar ew yek bi mehan dirêj dikir.

Wek şirovekar dibêjin, hêj aliyên siyasî yên Iraqê amade nebûne ji qebûlkirina encamên hilbijartinan re, ku ew aliyên ku biser neketine, naxwazin ji parlamentoyê derkevin.

Şirovekarê Siyasî Ebdulselam Berwarî ji malpera PDKê re ragihand: “Em xwedî ezmûn in di pêkanîna hikûmeta Iraqê de, ku hikûmetên Malikî û Ebadî bi mehan dirêj kirin. Mixabin ew aliyên ku bi ser neketine nikarin dest ji deselatê berdin û astengiyan ji avakirina hikûmetê re derdixin. Jihevnêzîkbûna hemû aliyên Iraqê karekî pir zehmet e û demeke dirêj jê re divê.”

Derbarê peyama Serok Mesûd Barzanî, ku daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kiribû ku bicivin û xwedî helwesteke hevbeş bin, Ebdulselam Berwarî wê civînê bi girîng dibîne û dibêje, ew aliyên siyasî yên ku ji encamên hilbijartinan nerazî ne, dê bi hijmartina dengan bi destan ti hincetên wan jî nemînin û pêwîst e ew jî bên û hemû alî pêkve bicivin ji bo ku Kurd bi yekdengî biçin Bexdayê û li wir danûstandinan bikin.”

Parve bike: