TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji ber sewata daristanan 500 hezar heywan telef bûn

Admin H
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2020 00:40

PeyamaKurd – Hat zanîn ku ji ber şewata daristanan a li Avustralyayê, nîv milyon heywan telef bûne û dibe ku ji ber vê şewatê nifşê hinek cureyê heywanan jî tune bûye.

Li Avustralyayê ku ev demeke dirêj e di demsala havînê de şewata daristanan dewam dike.

Çav li rê ye gelek bajar werin valakirin û li gorî texmînan wê germahî roja Şemiyê gelekî zêde bibe.

Li gorî nûçeya malpera News.comê pisporên Zanîngeha Sydneyê ragihandine ku ji destpêka şewatê û heta niha 500 hezar heywan mirine.

Li gorî nûçeyê 8 hezar koala di şewatê de mirine û metirsî heye hejmara mirina heywanan hê jî zêdetir bibe.

Parve bike: