TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Besar Esed peyama Tirkiyê: Di zûtirîn demê de...

Admin L
Nivîskar
📅 19 mijdar 2022 15:29

PeyamaKurd – Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Esed diyar kir, girîng e di zûtirîn demê de Sûriye û Tirkiye werin ser maseyê û danûstandinên li ser asta îstixbaratê veguhere yekitiya siyasî ya hêzan.

Daxuyaniyên li ser asayîkirina têkiliyên Tirkiye-Sûriyê li pey hev tên.

Piştî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan amaje bi bi pêvajoyeke nû kir û got, "dibe ku piştî Hezîranê careke din bibe" Beşar Esed jî çira kesk vêxist û di civîna ku roja din beşdar bû de got, 'divê têkilî bigihîn asta siyasî'.

Esed: Divê di zûtirîn demê de em li ser masê rûnin

Hat zanîn ku Esed beriya 3 rojan bi ronakbîrên sereke yên Sûriyê re civînek li dar xistiye û di civîna girtî de li ser têkiliyên Tirkiye û Sûriyê axivîne.

Herwiha hat eşkerekirin ku Esad di hevdîtinê de daye zanîn, 'Girîng e ku Sûriye û Tirkiye di demeke kurt de werin ser maseyê û hevdîtinên di asta îstîxbaratê de veguhere hevkariya siyasî û yekîtiya hêzê'.

Erdogan bal kişand ser piştî hilbijartinê

Ji aliyê din ve Erdogan dema ji G20 vegeriya pirsên rojnamevanan bersivand û li ser îhtimala hevdîtina bi Esad re got, “Di siyasetê de heta hetayê xeydanî, dilgiranî nabe. Wexta ku dem hat hûn ê rûnên, wê binirxînin û li gorî wê hûn dikarin nûvekirinê bikin.”

Erdogan işaret bi hilbijartinên piştî Hezîrana 2023an kir ku ji bo derbasî vê qonaxê bibin û wiha got: “Em weke Tirkiye dikarin bi welatên ku di têkiliyên me de zehmetî hene, ji nû ve nirxandinan bikin. Bi taybetî piştî hilbijartinên Hezîranê em dikarin karekî nû bikin."

Parve bike: