TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Bestas rexneyên TÎP û CHPê!

Admin L
Nivîskar
📅 12 hezîran 2023 14:05

PeyamaKurd Cîgira Serokê Koma Partiya Çep a Keskan Meral Daniş Beştaş diyar kir, ew dikarin di hilbijartinên herêmî yên sala 2024an de li Enqere û Stenbolê namzet nîşan bidin.

Meral Daniş Beştaş der barê rojevê û encamên hilbijartinê de daxuyanî da.

Kiliçdaroglu li parêzgehên Kurdan rekor bi dest xistin.

Beştaş eşkere kir, namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû di pêvajoya hilbijartinê de bi HDPê re hevdîtin pêk neaniye û got, "Tevî ku em li ser maseyê nebin jî, me biryar da ku dengê xwe bidin Kiliçdaroglû. Lê dema ku wezaret da partiyên %1, li hemberî partiya me dûr sekinîn. Ev rewş di nava gelê me de bû sedema bertekên cidî. Welatî me rexne dikin. Kiliçdaroglu li parêzgehên Kurdan rekoreke dengan bi dest xistin. Heger em nebûna wê li parêzgehên herêmê bi vî awayî pêşwaziya li Kiliçdaroglu bihata kirin? Divê em mafê wan bidin."

Li aliyê din Beştaş TÎPê rexne dike û got, “Em heman rexneyê li TÎPê jî dikin. Erkan Baş dibêje, 'Eger em li kêleka Kurdan nebûna, me yê dengên zêdetir bi dest bixistana'. Bi rengekî Kurd weke belayê tê dîtin. Em vê helwestê rast nabînin. Niha jî civînên pêkhateyên Bloka Ked û Demokrasiyê berdewam dikin. Piştî civînê her kes wê li ser partiya xwe nirxandinên xwe bike."

Beştaş li ser pirsa gelo wê HDP li Enqere, Îzmîr û Stenbolê namzetan nîşan bide yan na, Beştaş got, “Helbet dikare. Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Ji ber ku di hilbijartinên serokomariyê de namzed nehatin diyarkirin, rexneyên pir mezin tên kirin."

Parve bike: