Ji Biden, nirxandina yekem a hilbijartinên Tirkiyeyê
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, piştî hilbijartinên ku duh li Tirkiyeyê hatin rêebirin, şîroveya yekem kir.
Di hilbijartinên ku duh li seranserê bajarên bakur û Tirkiyeyê hatin rêvebirin de ji % 99,22yê sindoqan hat vekirin.
Li gorî encamên nefermî, rêjeya dengên Recep Tayîp Erdogan ji % 49,41, rêjeya dengên Kemal Kiliçdaroglu jî ji % 44,88 bû.
Li ser van hilbijartinên ku hilbijartina serokomariyê man gera duyem de ji aliyê rojnamevanan ve ji Serokê Amerîkayê Joe Biden hat pirsîn bê ka şîroveya wî çi ye.
Joe Biden di vê derbarê de got,"Hêvîdar im kî bi ser dikeve bila bi ser bikeve. Niha li wî aliyê cîhanê, bi têra xwe pirsgirêk hene."
Joe Biden, di Tebaxa 2020î de dema ku namzedê Serokatiyê bû, di çalakiyekê de axivîbû û amaje bi wê yekê kiribû ku divê ew piştgiriyê bidin dijberên Erdogan û soz dabû ku bi piştgirîkirina opozîsyonê, ew dikarin li Tirkiyeyê bêyî derbeyê hikûmetê biguherînin.