Cîhan
"Ji bilî vekişîna ji sînorên Îranê, bijarteyek din a DYAyê tune ye"
PeyamaKurd - Fermandarê Hêza Hewayî ya Sipaha Pasvanên Şoreşa Îranê Tûgay General Mecîd Mûsewî, derbarê êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê de got, "DYA neçar e ku ji sînorên Îranê vekişe."
Mûsewî di posteke medyaya civakî de li ser nakokiyên di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de şîrove kir.
Mûsewî diyar kir ku pêvajoya seqetkirina radar, lojîstîk û hebûnên din ên DYA li herêmê berdewam dike û got, "DYA neçar e ku ji sînorên Îranê vekişe."
Mûsewî herwiha destnîşan kir ku balafirên hişyariya zû ya hewayî ya AWACS û balafirên sotemeniyê yên DYA zerar dîtine û hişyarî da ku "Di demek nêzîk de hedefên din ên hêja wê li vê navnîşê werin zêdekirin."