Cîhan
Ji bo hilbijartinên Iraqê 800 çavdêrên biyanî hatine sandin
PeyamaKurd – Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert, ji bo hilbijartinên hefteya bê yên Iraqê serdana Besra û Nasiriyê kir û li bajarê Besra yê Iraqê civîneke rojnamevanî saz kir.
Plasschaert ragihand ku di hilbijartinên 10ê Cotmehê li Iraqê birêve diçin de, 800 çavdêr kar dikin û hêvî xwest hilbijartin bêyî ti pirsgirêkan bêne kirin.
Nûnera NY herwiha ev hilbijartinên Iraqê ji bo iraqiyan wekî destpêka rêyeke dirêj û girîng bi nav kir.