TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji bo Minbicê Tirk û Amerîkiyan dest bi kar kirin

📅 09 cotmeh 2018 23:44

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Neteweyî yê Tirkiyê Hulusî Akar daxuyand ku, ji bo fealiyetên dewriyeya hevpar ku Artêşa Tirkiye û ya Amerîkayê bi hev ra bikin, perwerdeyên hevpar ji îro pê va dest pê kir.

Wezîr Akar wiha axivî: "Armanca me ew e ku çekên giran ên di destê terorîstan da werin berhevkirin, PYD/YPG/PKK ji Minbicê were derxistin. Piştî bicihkirina îstiqrar û ewlehiyê, unsûrên PYD/YPG/PKKê wê di demeke kin da ji ewlehiyê û rêvebiriya herêmî werin paqijkirin. Her wiha mebest ew e ku Minbicî di demeke kin da vegerin bajarê xwe."

Akar got, "Di çarçoveya Nexşerêya Minbicê û Prensîbên Ewlehiyê da perwerdeya ji bo xebatên dewriyeyên li Minbicê yên endamên Artêşa Tirkiyeyê û Hêzên Çekdar ên Amerîkayê ji îro pê va dest pê kir. Piştî kutakirina perwerdeyên ku bi Amerîkayê ra tên kirin, li Minbicê dewriyeya hevpar wê dest pê bike"

Parve bike: