TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji bo plana kirina derbê li hukumetê kirin 6 kes bi cezayê îdamê hatin cezakirin

Admin M
Nivîskar
📅 26 rêbendan 2024 04:43

PeyamaKurd – Li Afrîkayê li welatê Ganayê 6 kesên ku di sala 2019an de xwestibûn hukumetê biroxînin û li hukumetê derbeyekî bikin, bi biryara dadgehê bi tewana îxanetê sûcdar hatin dîtin. Di nav 6 kesan de 3 ji wan leşkerin.

Dadgehê bi sedema plankirina derba leşkerî her 6 kesan bi cezayê didardekirinê ceza kir. Doza her 6 kesan di sala 2021an de destpêkiribû.

Serdozgerê Ganayê Godfred Yeboah Dame, di daxwuyaniya xwe de weha got:7

“Li hemberê milletê, ji bo xerabkirina îstîqrarê û roxandina destûrê mirov xwe bi rê bixe, xweş nayê dîtin û divê mirov li mijarê ciddî binêre.”

Li Ganayê ji sala 1966an heya niha cara yekeme ku cezayê îdamê tê dayîn.

Parve bike: