TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji bo rawestandina şer civîna çaralî tê lidarxistin

Admin H
Nivîskar
📅 29 adar 2026 11:35

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 29ê Adarê di navbera Misir, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de dike, civîneke çaralî tê lidarxistin û şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê tê gotûbêjkirin. Civîn li paytexta Pakistan Îslamabadê tê lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar li Balafirgeha Navneteweyî ya Nûrxanê pêşwaziya hevtayê xwe yê Misrî kir û got ku, ew serdan ne tenê ji bo tevlîbûna di civîna çaralî de ye, lê ji bo nîqaşkirina rêyên xurtkirina têkiliyên di navbera Pakistan û Misrê de di gelek waran de li paşerojê ye.

Tê çaverêkirin ku, Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan jî îro ji bo tevlîbûna wê civînê bigihîjin Pakistanê.

Wezareta Derve ya Pakistanê ev civîn wekî civîneke pir girîng li bin siya pêşketinên deverê pênase kir û amadebûna welatê xwe ji bo her karekî ku bibe sedema kêmkirina rageşiyên deverê û bidawîkirina vî şerê niha anî ziman.

Mihemed Îshaq Dar h got ku, wezîrên derve yên her sê welatên Tirkiye, Erebistana Siûdî û Misrê di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di wê civîna sereke de dê civînên cuda cuda jî bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re pêk bînin.

Dar diyar kir ku welatê wî di rojên borî de peyam di navbera aliyên şer de veguhestine, nexasim jî di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de, wekî pêngavek ji bo nêzîkkirina nêrînan.

Parve bike: