TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji bo serokwezîrtiya Tûnisê cara yekem jinek hat erkdar kirin

Admin H
Nivîskar
📅 30 îlon 2021 00:00

PeyamaKurd - Serokê Tûnisê Qeys Seîd jinek ji bo avakirina hikumeta nû welat erkdar kir.

Malpera El-Eyn a Tûnisê ragihandiye ku serokatiya Tûnisê bi daxuyaniyekê ragihandiye, "Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd îro 29ê Îlonê birêz Nejla Bodin Herem Remedan ji bo avakirina hikumetê erkdar kir."

Serokê Tûnisê beriya niha hikûmeta Nehda ya Îxwanan hilweşandibû û erkê hikûmetê jî li xwe girtibûn.

Di dîroka Tûnistê de cara yekem e ku jineke Ereb erka avakirina hikûmetê ango serokwezîriyê bi dest dixe.

Parve bike: