Ji CIA hisyariya gestê bo Tirkiyê: Ji ber girtinên kêfî baldar bin!
PeyamaKurd – Saziya Îstixbaratê ya Amerîkayê (CIA) li ser malpera xwe hişyarî da welatiyên xwe ku serdana Tirkiyê nekin.
Herwiha li ser beşa Tirkiyê ya malperê tê gotin ku hikûmeta Tirkiyê sala 2013an ji bo bidawîkirina şer û tundiyê bi PKKê re li ser masê rûniştiye û tê diyarkirin, heta sala 2016an li bajarên Enqere, Stenbol û herêmên Kurdan êrîşên mezin ên terorî çêbûne.
CIA di beşeke din de jî hewldana darbeyê ya 16ê Tîrmeha 2016an û bûyerên piştî bibîr dixe û dibêje, di demên dawî de aboriya Tirkiyê ketiye rewşeke xirab û nediyar û yek ji sedema wê jî sîstema darazê û fişara li ser muxalîfan tê nîşandan.
Di beşeke didin de jî CIA ji ber sedema belavbûna koronayê û girtinên kêfî yên bi hinceta terorê hişyariyê dide welatiyên Amerîkayê ku dema serdana Tirkiyê bikin baldar bin.