Cîhan
Ji civîna dîrokî re, tenê çend seet man!
PeyamaKurd- Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un û Serokê Koreya Başûr Moon Lae-in wê civînekê pêk bînin.
Ev civîna dîrokî wê li ser tixûbê her du dewletan pêk were. Piştî ku şer bi dawî bû ji sala 1953yan heta niha cara pêşiyê serokekî Koreya Bakur ji tixûbê xwe derbasî Koreya Başûr dibe.
Piştî ku wextê civînê hate eşkerekirin, bi hezaran insan derketine sikakan û pankartên ku li ser wan “Ji şer re na!” dinivîse, li ba kirin.
Ajansên dinyayê, wekî nûçeya lezgîn ev nûçe dan. Eleqeya dinyayê gelekî zêde ye li ser vê civîna dîrokî. Serokên her du dewletan wê îro nîvê şevê hevdu bibînin.