Ji Demirtas bangewaziya hilbijartinê: Em ne terorîst, ne jî ehmeq in
PeyamaKurd – Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji sala 2016an ve girtî ye bangewaziya hilbijartinê ji bo hilbijêrên partiya xwe kir.
Demirtaş got, “Em ne terorîst in, em mexdurên salan ên desthilatiyê ne. Ne ku em parçebûnê dixwazin, em miletekî hatine parçekirin in.”
Demirtaş di nirxandina xwe ya bo rojnameya Yenî Yaşamê de got ku ew ne terorîst in û diyar kir, “Yên HDPiyan ehmeq dihesibînin wê zîrekiya wan di sindoqên hilbijartinên 31ê Adarê de bibînin.”
Demirtaş destnîşan kir ku divê hilbijêrên wan ti carî boykotê nefikirin û got, wê her dengekî wan were wateya ‘Ji Faşîzmê re Na’.
Selahattîn Demirtaş di berdewamê de da zanîn, “Dibe encamên hilbijartinê bibin firsendek ji bo pêşxistina aştî û demokrasiyê. Ji ber vê jî dengên we bi qîmet in.”