Cîhan
Ji Esed pesindariya Rûsya: Ji Sovyetê bihêztir e
PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Beşar Esed di civîneke digel rayedarên Rûsî de, pesnê Rûsyayê da û got, Rûsyaya niha ji Yekîtiya Sovyeta berê bihêztir e û sedema wê jî hêza Rûsyayê ya manewî ye.
Esed di hevdîtina digel serokê şanda Rûsî ya Dostaniya Parlamentoyên Rûsya-Sûriyê Dimitriy Sablîn de pesnê Rûsyayê da ku Rûsyayê rejîma wî li ser piyan hiştiye.
Serokê heyeta Rûsî Sablin gotinên Esed ên di hevdîtinê de parve kirin û got, “Esed got ku Rûsyaya niha ji Sovyeta berê bihêztir e. Herwiha Esed got ku Rûsyayê ji hemû welatdên dinyayê bêhtir xwedî manewîyateke hêzdar e.”