Cîhan
Ji gendeliyê cezayê zîndanê dan birayê Hesen Rûhanî
PeyamaKurd- Birayê serokê dewleta Îranê Huseyîn Ferîdon bi tohmeta gendeliyê derxistin dadgehê û cezayê zîndanê danê lê wextê wê ne diyare.
Di mijarê de rêvebirekî darizandinê Hemîd Riza Huseynî ragihand ku birayê Rûhanî bi cezayê zîndanê hatiye cezakirin. Huseynî got bi sedema ruşwetê an tiştên ne di rêde, hinekan ji wezîfîyenê wan girtiye û hinekan tayîn kiriye, ji hinek sûcan beraat kiriye û ji hinekan cezayê zîndanê danê. Huseynî weha got:
“Ji hinek sûcan beraat kiriye û ji hinekan ceza danê. Lê bi sedema ku hêj cezayê wî tesdîq nebûye, ez nikare bi hûrayî agahiyan bidim. Hêj rêya temyîzê li berê vekiriye.”