Ji Guterres banga Libyayê: Divê yekser ji welat derkevin
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, bang kir ku hemû çekdarên biyanî ji Libyayê werin derxistin û destwerdana derve êdî li karûbarên Libyayê neyê kirin.
Guterres di Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya doh Pêncşemê ku rewşa Libyayê hat gotûbêjkirin de, bi daxuyaniyekê bang li hemû çekdarên biyanî yên li Libyayê ne kir ku yekser ji Libyayê derkevin.
Herwiha biryar hat dayîn ku pêwîste hemû hemwelatiyên Libyayê û aliyên navneteweyî qedexekirina çekan û peymana agirbestê bingeh bigirin.
Antonio Guterres da xuyakirin ku agirbesta Libyayê hîn berdewam dike û got: "Divê hemû çekdar û hêzên biyanî dev ji gelê Libyayê û kar û barên wan berdin. Ji ber ku gelê Libyayê îspat kir ku ew dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin."