Ji Îngilîstanê biryara cezakirinê! Tirkiye jî di nav de ye!
PeyamaKurd – Îngilîstan; Îranê li Tirkiye, Dubaî, Slovakya û Swîsreyê cezayên nû li ser hin kes û saziyan sepandin.
Îngilîstanê li ser kes û saziyên ku dihat gotin di şerê Rûsya û Ûkraynayê de "piştgiriya alavên leşkerî dane" rêveberiya Moskovayê, mueyîdeyên ferz kir.
Hat diyarkirin ku di nav kesên hatine cezakirin de navên ji Tirkiyeyê jî hene.
Di lîsteyê de ji bilî Tirkiyê, navên Îran, Dubaî, Slovakya û Swîsre jî hene.
Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly do di daxuyaniyekê de got: "Bi toleyên girîng ên ku îro hatin ragihandin, cebilxaneya Rûsyayê wê bêtir kêm bibe û tora zincîreyên dabînkirinê yên ku piştgirî didin pîşesaziya berevaniyê ya Pûtîn a ku niha têdikoşe wê were girtin."
Hikûmeta Brîtanyayê herwiha 22 cezayên nû li ser kes û kompaniyên derveyî Rûsyayê sepandiye ku îdia dike di şerê li Ukraynayê de piştgiriya Rûsyayê dikin.