TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Kenanî daxuyaniya Qerebaxê: Îran li bendê ye...

Admin H
Nivîskar
📅 21 îlon 2023 21:21

PeyamaKurd – Îranê li ser lihevkirina hikûmetên Azerbaycan û Ermenistanê li ser herêma Qerebaxê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand, welatê wî ji ber lihevkirina nûnerên hikûmeta Azerbaycan û Ermenistanê li ser Qerebaxê bi kêfxweşî pêşwazî dike.

Kenanî jî Ajansa Tesnim a fermî ya Îranê re daye xuyakirin, "Îran ji ber rawestandina pevçûnan û lihevkirina hikûmeta Azerbaycan û nûnerên Qerebaxê kêfxweş bûye. Îran li benda wê yekê ye kêşe di çarçoveya yekparçebûna Komara Azerbaycanê û mekanîzmeyên aştiyê de bên çareserkirin.”

Parve bike: