Ji Macron spasî bo berdana 3 Fransî û Iraqiyekî li Bexdayê hatibûn girtin
PeyamaKurd - Serokomariya Fransayê ragihand ku 3 kesên fransî û iraqiyek ku 20ê Çileyê li Bexdayê ji aliyê kesên nenas ve hatibûn girtin, serbest hatine berdan.
Medya Fransayê ji daxuyaniya serokomariya Fransayê ragihand ku ji bo serbestberdana her çar girtiyan, Fransayê hemû îmkanên xwe dan şixulandin û serokomar di vê derbarê de spasiya desthilata Iraqê dike ku pê re alîkar bû.
Hat diyarkirin ku her 4 kesên hatibûn girtin, nehat naskirin ka kê ew girtine, Serokomar Macron spasiya serbestberdana Antoine Broshon, Julian Dietmar, Alexander Godardy û kesê iraqî Tariq Matûqa kir.
Berî niha hatibû ragihandin ku her çar kesên girtî di rêxistina ‘SOS Chretien Dorian’ a nehikumî de dixebitîn ku wê rêxistina hewldana alîkariya xiristiyanên li herêmê dikir.