Ji Mistefa Kazimî soza rizgarkirina êzidiyên revandî!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di peyama xwe ya salvegera 7an a komkujiya Êzidiyê Şingalê de gotiye, dosyeya Êzdiyan yek ji karên serekî yên hikûmeta wî ye û ew ê girîngiyê bidin dosyeya Kurdên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û hîn nehatine rizgarkirin.
Mistefa Kazimî di peyama xwe de gotiye, gelê Iraqê bi yek deng û wîjdan wan tawanên qirêj şermezar dike û li dijî radiweste ku cewhera terora dijî mirovahiyê nîşan didin.
Serokwezîrê Iraqê daye xuyakirin, ji bo rizgarkirin û azadkirina revandiyên di destê DAIŞê de karên mezin hatine kirin û wê ew kar berdewam bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, tevî ku ji 3yê Tebaxa 2014an ve 7 sal bi ser êrîşa hovana ya DAIŞê ya bi ser Şingalê de derbas bûne jî bi hezaran Kurdên Êzidî hê jî çarenivîsa wan nediyar e.