TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Neteweyên Yekbûyî bangewaziya Îsraîl û Filîstînê…

Admin H
Nivîskar
📅 23 gulan 2021 12:17

PeyamaKurd - Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyeke nivîskî kêfxweşiya xwe ya bo agirbesta Îsraîl-Filîstînê anî ziman û banga pabendbûna bi agirbestê li aliyan kir.

Di daxuyaniya ku bi navê Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres hatiye belavkirin de, kêfxweşiya bo agirbesta piştî şer û aloziya 11 rojan tê diyarkirin û banga pabendbûna li agirbestê tê kirin.

Herwiha bang li civaka navdewletî jî tê kirin ku ji bo alîkariya mirovî ya xelkê Xezeyê bikevin tevgerê û di avadankirinê de cî bigirin.

Guterres daye xuyakirin ku ew piştevaniya pêngavên di çarçoveya du dewletîyê û berdewamkirina proseya aştî û aramiyê de dikin.

Parve bike: