TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Neteweyên Yetkbûyî biryareke nû bo Xezeyê

Admin H
Nivîskar
📅 25 adar 2025 22:40

PeyamaKurd - Berdevka Neteweyên Yekbûyî (NY) Alessandra Vellucci di civîneke çapemeniyê ya li Cenevê de ragihand ku ew dê hejmara karmendên xwe yên li Xezeyê kêm bikin.

Vellucci got: "Em hewl didin hejmara karmendên navneteweyî bi qasî ji sêyan yek kêm bikin. Sedema vê yekê jî ew e ku sekreterê giştî Antonio Guterres nikare ewlehiya karmendên Neteweyên Yekbûyî garantî bike."

Berdevka NYyê da zanîn ku ev tê wê wateyê ku ji 100 karmendên navneteweyî 30an kêm bikin.

Herwiha Vellucci diyar kir, kêmkirina karmendan dê ji Bernameya Xurekê ya Cîhanê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) be.

Parve bike: