TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Parlamentoyê bo Trump: Leskerên xwe ji Kurdistanê venekisîne

📅 17 gulan 2019 13:58

PeyamaKurd – Serokê Lijneya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Kurdistanê Rêbiwar Babkey, derbarê biryar Trump a di derheqê Iraqê de daxuyaniyek da û ji rêveberiya Trump daxwaz kir ku Amerîka hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê venekişîne.

Amerîkayê ji ber metirsiya milîşeyên Îranê û êrişeke bi ser leşkerên amerîkî de, biryar dabû ku hêzên xwe ji Îraqê vekişîne.

Rêbiwar Babkey derbarê mijarê de wiha axivî: “Li Herêma Kurdistanê ti hêzeke ku li ser navê Îranê şer û pevçûnan derxe tine ye. Ji ber vê jî em ji rêveberiya Trump daxwaz dikin ku hêzên xwe biryara ku ji bo Herêma Kurdistanê wergiriye bi paşde vegerînê û hêzên xwe ji Kurdistanê venekişîne.”

Ji ber metirsiya ku milîşeyên girêdayî Îranê êrişî hêzên Amerîkayê bikin, leşkerên koalîsyona navdewletî ya ku li dijî DAIŞê têdikoşe û alîkariyên bo Pêşmerge hatibûne betalkirin.

Parve bike: