TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Pûtîn hisyariya Patriotan: Wê ser dirêj bibe…

Admin H
Nivîskar
📅 23 berfanbar 2022 03:32

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, egera dayîna sîstemên moşekî yên parastina asmanî yên Amerîkayê bo Ukraynayê got ku wê sewqîyata Patriotan tenê bibe sedema dirêjkirina şer.

Pûtîn li ser mijara şerê berdewam ê li Ukraynayê ragihand: “Hemû şer bi muzakereyên dîplomatîk têne bidawîkirin. Aliyê hember çiqas zû vê fêm bike, wê ewqas baş be.”

Pûtîn ji bo şandina Patriotan bo Ukraynayê diyar kir ku wê bibe sedema dirêjkirina şer.

Li aliyê din Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaharovayê jî li ser serdana Amerîka ya Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy jî diyar kir ku Amerîka aştiyê naxwaze û li aliyê berdewamkirina şer cî digirin.

Parve bike: