Ji Rûsya bangewaziyeke din: Moskow amade ye
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser êrîşa Tirkiyê ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nû belav kir ku tê de, banga aramiyê li aliyan dike û dibêje, Moskow ji bo dîyaloga rejîma Sûrî û Kurdan amade ye.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku tişta diqiweme bûye sedema metriseyeke cidî û ya girîng ew e destûr neyê dayîn bakurê Sûriyê aloztir bibe.
Rûsya dibêje, ew bê şik û gumanê metirsiyên ewlekariyê yên Tirkiyê fêm dikin, lê bawerin ku aştî û îstiqrara li wê beşa Sûriyê bi dîyaloga navbera hikûmeta Sûriyê û Kurdan were pêkanîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêveberiya Moskowê ji bo destpêkirina vê dîyalogê û avêtina gavên asayîbûnê di navbera welatên herêmê de, amadebûna xwe teqez dike.”
Hêjayî gotinê ye dema destpêkirina êrîşa Tirkiyê jî şandeke Rojavayê Kurdistanê bi rêveberiya Şamê re ketibû danûstandinê, lê rêveberiya Esed bangên diyaloga ligel Kurdan red kiribûn.