TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Rûsya peyama Rojava: Em amade ne têkiliya bi Kurdan re nûjen bikin

Admin H
Nivîskar
📅 11 hezîran 2019 17:23

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov da xuyakirin ku Rûsya amade ye têkiliya bi Kurdên Sûriyê re nûjen bike û mafên Kurdan li Sûriyeya nû li ber çavan bigire.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Nûnerê Serokê Rûsya bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka Mikhail Bogdanov ji medya Kurdistanê K24ê re ragihand, pêwîst e pêwendî bê nûkirin û şêwir bi nûnerên Kurd ên di rêxistinên cuda de bê kirin.

Bogdanov herwiha got: “Em ji bo asayîkirina rewşa Sûriyê, bi berçavgirtina mafên yasayî yên Kurdan li wî welatî amade ne hevaheng û hevkar bin.”

Parve bike: