TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Rûsyayê bo ‘Rojava’ nirxandina ‘Herêma cuda ya Sûriyê’

Admin H
Nivîskar
📅 01 îlon 2019 23:30

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser rêkeftina navbera Tirkiye-Amerîkayê ya bo herêma ewle li bakurê (Rojava) Sûriyê axivî û got, Pûtîn berjewendiyên Tirkiyê yên li wê derê rewa dibîne.

Lavrov ji bo Rojavayê Kurdistanê jî nirxandina ‘Herêmeke cuda li bakurê rojhilatê Sûriyê’ kir  û diyar kir, “Ev der herêmeke cuda ya Sûriyê ye, bakurê rojhilat e. Serokomarê Tirkiyê Erdogan got ku ew dixwaze berjewendiyên ewlekariyê yên Enqerê dabîn bike. Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn jî jê re got ku ew wan berjewendiyan teqez rewa dibîne û bi rêzgirtina yekparçeyîya Sûriyê re serkeftin ji wê rêkeftinê re xwest.”

Parve bike: