TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Rûsyayê daxuyaniya dawî bo S-400an

Admin H
Nivîskar
📅 24 nîsan 2019 23:10

PeyamaKurd – Kompaniya Çekan a Rûsyayê Rosoboronexportê ragihand, sewqîyata pergalên parastina hewayî yên rûsî S-400 di meha Tîrmeha bê de dest pê dike.

Serokê Rosoboronexport Aleksandr Miheyev ji medya rûsî re li ser krîza S-400an û balafirên F-35ên amerîkî nirxandin kir.

Miheyev diyar kir ku ew amade ne li şûna F-35ên amerîkî li ser balafirên cengî yên rûsî  bi Tirkiyê re danûstandinê bikin û li ser teslîmata S-400an ku Amerîka gefa cezakirinê li Tirkiyê dixwe got, dê sewqiyat li meda Tîrmehê dest pê bike.

Miheyev herwiha da zanîn ku ew li ser çêkirina S-400an li Tirkiyê jî li ser peymanê kar dikin.

Parve bike: