Ji Teksta PE: Bila Tirkiye ji Efrînê vekise!
Parlementoya Ewrûpayê (PE) wê bangî Tirkiyê bike û bibêje “Artêşa xwe ji Efrînê derxe!”
Komên siyasî yên di Parlementoya Ewrûpayê (PE) de, ji bo biryareke hevpar tekstek amade kirine ku bê qebûlkirin.
Di tekstê de wê were eşkerekirin ku “Ev operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê, hewldanên çareseriyê bêencam dihêle û xessasiyet û dengeya herêmê, yekcar tevlîhev dike. Di heman demê de jiyan û rewşa sivîlan jî dixe bin xetereyê.
Parlemento, wê bangî Tirkiyê bike û bibêje “Êdî kuştina sivîlan jî zêde dibê û lazim e hûn berê şerê xwe bidine IŞÎD û terorîstên dî.
Di teksta Parlamentoyê de ev biryar jî heye ku lazim e li her aliyê Suriyê agirbes aqtîf be.
Ev biryaname wê di 15ê Adarê de di civîna PE de bi encam bibe. Ji bo erêkirinê tercîhên parlamenteran were pirsîn.