TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Trump hişyariyeke tund bo Îranê: Em ê bi hêzeke nedîtî lêdin

📅 01 adar 2026 13:34

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî êrîşên doh 28ê Sibatê li ser Îranê û bersivên rayedarên rejîmê hişyariyeke tund da Îranê.

Trump li ser hesabê xwe yê medya civakî got, "Eger hûn êrîş bikin, em ê bi hêzeke ku heta niha nehatiye dîtin li we bidin."

Trump di peyama xwe de behsa metirsiya êrîşeke nû ya Îranê kir û wiha pê de çû: "Îranê ragihand ku ew dê îro gelekî dijwar lê bidin, ji hemû carên din dijwartir. Lê baştir e ku vê yekê nekin. Çimkî eger bikin, em dê bi hêzeke ku heta niha ti carî nehatiye dîtin li wan bidin! Spas ji bo baldariya we!"

 

Parve bike: