Cîhan
Ji Trump peyama meha Remezanê
PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump li ser destpêkirina meha Remezanê peyamek belav kir ku tê de ji bo hemû misilmanan hêviya Remezaneke bi bereket û aştiyane anî ziman.
Trump di peyama xwe de got, Misilman di vê mehê de bi girtina rojîyê, bi xwendina Quranê û bi alîkarîya feqîran û rindîyan fersenda xurtkirina bawerîyên xwe bi dest dixin ku ew kiryar hemû bi aştî, rêzgirtin û hezkirinê re eleqedar in û Îslam wan derdixe pêş.
Trump dîyar kir ku wan di rojên dawî de hêza duayan dîtiye û ji bo însan bawerîyên xwe nû bikin dua dikin.