Cîhan
Ji zîndana Ilebo ya Kongoyê 52 zîndanî reviyan
PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Komara Kongo ya Demokratîk li bajarê Kasaiyê ji zîndana İlweboyê 52 zîndanî reviyan. Zîndan di wexta ku Kongo kolonîbû hatiye avakirin û kevne.
Hat ragihandin ku hêzên easayîşê dixebitin da firariyên zîndanê bigrin û ewlehiya zîndanê jî xwurtkir kirin.
Berê jî li Kongoyê gelek caran zîndanî reviyabûn. Di sala borî de, di 20 cotmehê de ji zîndana Beniyê 1.300 zîndanî reviyabûn.