TR KU SO
FB X
Cîhan

Jimara miriyan giha 9 kesî

Admin M
Nivîskar
📅 21 adar 2020 05:36

PeyamaKurd- Wezîrê saxlemiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku bi sedema koronavîrusê jimara miryan gihaye 9 kesan û jimara nexweşan gihaye 670 kesan. Koca di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandina xwe kir û weha got:

“Di 24 sietan de li ser 3565 gumanbaran test hatin kirin. Jimara nexweşên me giha 670 kesan. 5 nexweşên me yên ku pîr û berxwedana bedena wan qels bûn, jiyana xwe ji dest dan. Heya niha 9 kesên me koç kirine. Temamên wan pîrin û divê em pîran biparêzin.”

Parve bike: