TR KU SO
FB X
Cîhan

Jimara miriyên di apartmana 13 qatan de giha 10 kesan

Admin M
Nivîskar
📅 29 hezîran 2021 04:34

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Floridayê li bajarê Miamiyê li devera Surfside apartmana 13 tebeqe hilweşiyabû û niha jimara miriyên tê de mirine gihaye 10 kesan. Xebata rakirina enkaza apartmanê 5 roje dewam dike û heya niha ji 150 kesan ti agahî tineye.

Rêvebirên bajêr bo çapemeniyê radigihînin ku hêj hêviya wan heye ku ew kes saxbin û xebata rizgarkirinê bi temamî dewam dike. Li ser xebatên rizgarkirinê berpirsê îtfaiyê yê eyaletê Jimmy Patronis, ragihandiye ku ji Meksîka û Îsraîlê tîmên rizgarkirinê di nav de niha di ser 300 kesan de xebatkar li ser enqazê dixebitin û weha dewam dike:

“Ji bilî bobelata kasirgayê li Florîdayê heya niha herî zê de di vê bûyerê de kes xebitîne.”

Di avahiyê de 270 daîre hebûn û nîvê apartmanê roxiyabûn. Kesên di bin enqazê de sax mabin, bi awayekî hesas li wan digerin da zerarê negihînin wan.

Parve bike: