Joe Biden Pûtîn bi qirkirinê tawanbar kir
PeyamaKurd-Serokê Amerîkayê Joe Biden, sedemê zêdebûna enflasyonê bi şerê Rûsyayê ve girê da. Biden cara yekemîn e ji bo şerê Rûsya û Ukraynayê peyva ‘qirkirin’ê bi kar tîne.
Joe Biden di daxuyaniya ku li lowayê kir de got ku li serê din ê cîhanê dîktatorek şer û qirkirinê dike; dibe ku sedemên buhayiya debarê û buhayiya sotemeniyê ev be. Joe Biden da zanîn ku buhayê sotemeniyê li welêt hatiye lûtkeya 41 salan.
Serokê Amerîkayê Joe Biden beriya niha li ser dîmenên Buçayê gotibû ev dîmen tawana şer nîşan didin lê cara yekemîn e ku peyva ‘qirkirin’ê bi kar tîne.
Biden li ser zêdebûna buhayan da zanîn ku ji bo daxistinê çi ji destên wan tê, ew dikin. Biden da zanîn ku dagirkirina Ukraynayê li hemû cîhanê bandora xwe li ser sotemenî û berhemên xwarinê dike.