TR KU SO
FB X
Cîhan

Joe Biden: “Ti serokekî nikare bibe qral”

Admin M
Nivîskar
📅 08 rêbendan 2021 04:19

PeyamaKurd – Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden li ser êrîşa ser kongre ya Amerîkayê îşaretê bal bi Trump de da û got:

“Rêxistin û dezgeyên me ne ji wexta kevin de mane lê ew ferqa neteweya me datînin holê û hîç kesekî serok nikare bibe qral.

Êrîş zerarê didin demokrasiya me. Rojeka herî tarî ji rojên tarî ji yên dîroka me bû. Kesên avêtin ser kongreyê, ne xwepêşandêr lê terorîst bûn. Min gelek caran got ku em welatekî xwediyê serdestiya hûqûqê ne.

Hîç dadgehekî nikare li gor kêfa serokkomar tevbigere. Adalet bo xelkêye. Kesê bi hêz naparêze. Bûyerên we duhî dît, bi zelalî li dijî hedefa vî milletî bûn. Ne tenê parastina sê dezgeyên me bûn lê me dît ku nehiştin dadwerî bicîh were û asteng kirin.

Piştî tevlihevî çêbû, peyamek bo min hat. Neviyê min wêneyekî bo min şand û bi dehan kesên kincên leşkeran li ser wan hebûn û li ber abîde ya Lîncoln bûn ji ber protesto hebûn. Bo min got; ev ne adilane ye û ger siyahî li vê derê bûna, wê mudaxeleyekî cuda çêbibûya.

Divê em xwe bexşî serdestiya hûqûqê bikin û geşepêdanê bidin dezgeyên xwe yên navwelatî.”

Parve bike: