TR KU SO
FB X
Cîhan

Joe Biden: Wê spaha Pasdaran di nava lîsteya terorê de bimîne

Admin L
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2022 14:25

PeyamaKurd – Joe Biden di serdana xwe ya Îsraîlê de diyar kir, wê spaha Pasdaran di nava lîsteya terorê de bimîne.

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi serdanekê do gihîşt Îsraîlê û li wir da zanîn, hîn jî bijardeya leşkerî ya li dijî Îranê li ber destê wan e.

Biden di hevpeyvîneke bi kanala 12 ya Îsraîlî re destnîşan kiriye, hîn jî bijardeya leşkerî ya li dijî Îranê li ser maseyê ye û spaha Pasdaran ya Îranê di nava lîsteya terorê de dimîne.

Herwiha Biden got, Amerîka pêbendî hevbeşî û berevanîkirin ji Îsraîlê ye.

Di berdewamiyê de tekez kiriye, bijardeya herî dawî ya Amerîkayê ji bo  pêşîgirtin ji çêkirina çekên atomî ji aliyê Îranê ve, bikaranîna hêza leşkerî ye li dijî Îranê.

Parve bike: