John Bolton: Rejîma Îranê keştiyeke binavbûyî ye; herifandina Pasdaran dawiya rejîmê ye
PeyamaKurd - Şêwirmendê berê yê Ewlekariya Neteweyî yê Amerîkayê John Bolton, di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Independent Arabia, daxuyaniyên baldar derbarê pêşeroja Komara Îslamî ya Îranê de dan.
Bolton diyar kir ku rejîma niha her ku diçe lawaz dibe û wekî “keştiyeke ku ber bi binavbûnê ve diçe” pênase kir.
“Hêza rastîn di destê Pasdarên Şoreşê de ye”
Bolton destnîşan kir ku li Îranê navenda hêzê ne rêbertiya olî, lê Hêzên Pasdarên Şoreşê (IRGC) ne. Wî diyar kir ku Pasdar bi qasî %40ê aboriya welêt kontrol dikin û bîmariya bernameyên nukleerî û mûşekî ne.
Li gorî Bolton, êrîşên dawî yên li ser baregehên Pasdaran û Besîcan şiyana tepeserkirinê ya rejîmê kêm kiriye:
Dema aktorên di nav pergalê de fêm bikin ku ev keştî noqî avê dibe, dê şikestinên navxweyî dest pê bikin û ev jî dê rê li ber opozîsyonê veke.”
Rola artêşa birêkûpêk di pêvajoya veguhestinê de
Yek ji pêşniyarên herî balkêş ên Bolton, rola artêşa kevneşopî ya Îranê (Artêş) di pêvajoya guhertina rejîmê de bû. Bolton îdia kir ku ji ber opozîsyon hîn têra xwe rêxistin nebûye, Amerîka dikare piştgiriyê bide hikûmeteke veguhêz ku ji personelên leşkerî yên birêkûpêk pêk tê. Bi vî rengî, li şûna Pasdaran, artêş dikare qadekê ji bo diyarkirina sîstema siyasî ya nû biafirîne.
Kapasîteya leşkerî Rojhilatê Kurdistanê û Belûçistanê
Bolton tekez kir ku ji bo hilweşîna rejîmê divê kapasîteya leşkerî ya Îranê bi temamî were şikandin. Wî îdia kir ku hêzên hewayî û deryayî yên Îranê bi giranî hatine wêrankirin û niha dor hatiye ser mûşekên balîstîk û dronan.
Bolton her wiha bal kişand ser Rojhilatê Kurdistanê û Belûçistanê û got:
Dibe ku desthilata navendî li van herêman kontrola xwe winda bike û ev zext dê rejîmê bêtir bixe tengasiyê.”
Gefên “Şaneyên razayî” û kiryarên terorîstî
Di dawiya axaftina xwe de, John Bolton hişyarî da ku Îran dibe ku serî li rêbazên asîmetrîk û kiryarên terorîstî bide. Wî destnîşan kir ku gefên kuştinê yên li dijî wî berdewam dikin û divê Amerîka û Ewropa li hember “şaneyên razayî” yên Îranê hişyar bin. Li gorî Bolton, rejîma Tehranê şerê niha wekî amûrekê ji bo parastina hebûna xwe û ji nû ve şekildana hevsengiyên herêmî bi kar tîne.