TR KU SO
FB X
Cîhan

Johnson: Pûtîn û artêsa wî bi êrîsên hovane tawana ser dikin

Admin H
Nivîskar
📅 04 nîsan 2022 03:08

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, derbarê êrîş û înfazên ser sivîlan ên artêşa Rûsyayê ku li bajarê Bucha û Irpîn ê herêma Kîev a Ukraynayê pêk anîne, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Boris Johnson, got ku Serokê Rûsyayê Pûtîn û artêşa wî bi wan êrîşên hovane yên ser sivîlên bêguhen tawanên şer dikin ku dîmên li bajarên Bucha û Irpînê derketine holê vê yekê careke din piştrast dikin.

Herwiha Johnson diyar kir ku tevî înkar û dezenformasyona Kremlînê jî rastiyên ku her kes dizane nikarin veşêrin û got: “Pûtîn bêçare maye, dagirkeriya wî bi ser neketiye û Ukrayna jî bi biryardariya xwe ji berê bihêztir e.”

Johnson ragihand ku piştî êrîşên qelaşî yên li ser sivîlan ew dê dorpêçên ser Rûsyayê hîn zêdetir bikin û diyar kir, ew dê ji bo tawanên hatine kirin li Dadgeha Cezayê ya Navdewletî werin lêpirsînkirin, mifetişan erkdar bikin.

Parve bike: